
Li Diyarbekirê Mamoste M.T. ji ber Sûcê Îstismara Zarokan 18 Sal û 5 Meh Cezayê Girtîgehê Stend
Dadgeha 3yemîn a Cezayê Giran a Diyarbekirê, ji ber sûcên îstismara zayendî ya zarokan û weşana nepênî, 18 sal û 5 meh û 25 roj cezayê girtîgehê da M.T.
Li Dadgeha 3yemîn a Cezayê Giran a Diyarbekirê di danişîna 5ê Mijdarê de, M.T. ku li dibistaneke taybet mamostetî dikir, ji ber du sûcên cûda yên îstismara zayendî ya zarokan û weşana nepênî ku zarok hatine bi kar anîn, bi giştî 18 sal û 5 meh û 25 roj cezayê girtîgehê stend. Dadgehê berevaniya tawanbar a ku digot "min henek kir" û "dijminatiya malbatî ye" red kir.
Bûyer, bi agahdariya ku gihişt Hêla Piştgiriya Hiqûqî ya Dijî Îstismarê ya ser bi Navenda Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekirê derket holê. Di agahdariyê de hat diyar kirin ku M.T. ligel xebatkareke kreşê peyamên nepênî yên di derbarê zarokan de şandine. Di lêkolînên tîmên sûcên sîber de li ser komputer û telefona wî dîmenên nepênî yên zarokan hatin dîtin.
Zarokê ku gilî kiribû anî ziman ku M.T. apo/mamê wî ye, îstismar li dijî wî kiriye û dîmenên nepênî bi wî dane meşandin. M.T. berevaniya ku peyam ji bo henekê hatine şandin kir; lê dadgehê ev berevanî wek hewldana xilasbûna ji sûc nirxand û red kir.
Di îddianameyê de, li ser bingehê gotinên rast û yekcarî yên mexdûr, hat diyar kirin ku li dijî biraziyê wî yê ku temenê wî ji 12 salî biçûktir e, di sala 2023yan de kiryarên îstismara zayendî dest pê kirine û gelek caran hatine dubare kirin, ji ber vê yekê ceza hat xwestin.
Çavkanî: Diyarbakır Yenigün