PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Kurdistan
Kurdistan

Ji Diyarbekirê bo Enqereyê rapora aborî û binesaziyê ya 40 rûpelî
Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Diyarbekirê û şaredariyan raporeke 40 rûpelî ku pêşniyarên çareseriyê bo pêşketin û pirsgirêkên binesaziyê yên bajarî dihewîne, gihandin rayedarên li Enqereyê.

Ji Diyarbekirê bo Enqereyê rapora aborî û binesaziyê ya 40 rûpelî

Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Diyarbekirê û şaredariyan raporeke 40 rûpelî ku pêşniyarên çareseriyê bo pêşketin û pirsgirêkên binesaziyê yên bajarî dihewîne, gihandin rayedarên li Enqereyê.

Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Diyarbekirê (DTSO), Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Şaredariya Surê, raporeke 40 rûpelî ku pêşniyarên çareseriyê bo pêşketina aborî û pirsgirêkên binesaziyê yên bajarî dihewîne, amade kirin. Rapor, beriya hevdîtinên budceyê de, wekî dosyeya veberhênanê ji Serokatiya Stratejî û Budceyê ya Serokkomariya Turkiyeyê, parlementerên Diyarbekirê, endamên Komisyona Plan û Budceyê ya TBMMê û cîgirên serokên partiyên siyasî re hat pêşkêşkirin.

Di dosşeyê de, ji veberhênanên sanayiyê heta bazirganiya sînorî, ji hilberîna çaniyê heta binesaziya veguhastinê, ji avahiya dîrokî ya bajarî heta veguhastina bajarî, pirsgirêkên girîng û pêşniyarên çareseriyê yên di gelek qadan de cî digirin. Bi taybetî bi çar sernavên wekî vekirina deriyên sînorî yên Nisêbîn û Cizîr‑Silopiyê, ava kirina Yekitiya Hinardekarên Dîcleyê û nirxandinên herêma azad a stratejîk, hewl tê dan ku potansiyela bazirganiyê ya herêmê bête zêdekirin.

Rapor, warên civakî yên wekî xurtkirina binesaziya werzişê, zêdekirina gihîştina ciwanan a bo qadên çalakiyên civakî, têkoşîna li dijî madeyên hişbir û avakirina navenda rehabîlîtasyonê jî dihewîne. Kêmkirina lêçûnên enerjiyê di hilberîna çandiniyê de, projeya GES a avdaniya pompê ya Qralqizî-Dîcleyê û veguherandina navenda lênêrîna ajalan bo nexweşxaneyê jî di nav daxwazên veberhênanê de ne.

Di warê veguhastinê de girêdana rêhesin, rêyên derdorê û veberhênanên rêyên bejahî, herwiha mijarên wekî ewlehiya erdhejê, veguherîna bajarî û plansaziya avahîsaziyê beşên girîng ên raporê pêk tînin. Tê armanckirin ku daxwazên hatine diyarkirin di dema gotûbêjên budçeyê yên wezaretên têkildar de bên rojevê.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler