
Li Erganiya Amedê di encama qezaya otomobîl û motorsîkletê de ajokarê 19 salî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Erganiyê ajokarê 19 salî yê motorsîkleta ku bi otomobîlekê re li hev ketin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Erganiyê ya Amedê, motorsîkletek di dema çûnê de li otomobîlekê qelibî ku li xaçerêyê dizivirî. Bi bandora lêdanê motorsîklet firiya û ajokar Y.B. li refujê ket û bi giranî birîndar bû. kêliya qezayê bi kamerayên ewlehiyê yên derdorê ve hat tomarkirin.
Li ser agahdarkirina welatiyên derdorê, tîmên tenduristiyê yên 112'an û polîs sewqî cihê bûyerê bûn. Y.B. yê ku mudaxeleya ewil li cihê bûyerê jê re hat kirin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erganiyê û piştre jî sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê kirin. Tevî hemû hewldanên bijîşkan, ajokarê ciwan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Çavkanî: Amida Haber