
Sîstema ILS ku li Balafirgeha Diyarbakırê hat damezrandin dê ewlehiya geştan zêde bike
Sîstema ILS ku li pista alternatîf hat damezrandin, di şertên mij û dîtina kêm de daxistinê ewle dike û dê piştgiriya veguhastina herêmî bike.
Li Balafirgeha Diyarbakırê ji ber karên lênêrîn û çêkirina pista sereke di geştan de pirsgirêk dihatin jiyîn û hinek geşt ji bo bajêrên din dihatin veguhastin. Di vê pêvajoyê de, pista alternatîf ku paralelî pista sereke ye hatibû çalakkirin, lê di destpêkê de sîstemeke wê ya ILSê ya serbixwe tune bû.
Rêvebirê Dibistana Bilind a Havaciliya Sivîl a Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Vedat Veli Çay diyar kir ku sîstema ILS (Sîstema Daxistina bi Amûran) sîstemeke rêberiya elektronîk e ku bi taybetî di şertên mij, barana zêde, berf û dîtina kêm de alîkariya balafiran dike da ku bi goşeyeke rast û bi awayekî ewle nêzîkî pistê bibin. Sîstem di derbarê cihê pistê û xêza daxistinê de xêzeke dîtbarî dide pilotan.
Wezaretê ragihand ku damezrandina sîstema ILSê li ser pista alternatîf di 30î çiriya pêşîn de hat temamkirin û di 2yî çiriya paşîn de kontrolên geştê dê dest pê bikin. Çalakkirina ILSya serbixwe dê bibe sedem ku pista alternatîf di şertên dîtina kêm de jî bi tenê kar bike, û bi vê yekê re dê alîkariya veguhastina hewayî ya herêmî û geşedana aborî bike.
Çavkanî: Güneydoğu Ekspres