Rojev

Li 5 Navçeyên Diyarbakırê Hişyariya Barana Şiddet hat Dan
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakırê ragihand ku di navbera dîrokên 28-29ê Çiriya Pêşîn de li navçeyên Çermik, Çüngüş, Ergani, Hani û Dicleyê barana zêde tê hêvîkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakırê daxuyand ku li navçeyên Çermik, Çüngüş, Ergani, Hani û Dicleyê cîh bi cîh barana pir şiddet tê hêvîkirin.
Li gorî agahiyên ku ji Rêveberiya Meteorolojiyê hatine girtin, di navbera dîrokên 28 û 29ê Çiriya Pêşîn de di nav 12 seatan de ji bo her metrekareyê ketina 51-75 kîlogram baran tê texmînkirin.
Rayedaran ji bo rîska lehiyê, ava zêde, birûskê, zîpika herêmî, bayerê şiddet û bahozê ji welatiyan xwest ku baldar û bi tedbîr bin, û rewşên nebaş ji Navenda Bangê ya ALO 153yê re ragihînin.
Çavkanî: Güneydoğu Ekspres