
Li Diyarbekirê %80ê Parka Mezopotamyayê Hat Temamkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, beşek mezin ji Parka Mezopotamyayê ku li Kayapınarê tê çêkirin temam kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, zêdetirî sedî 80ê Parka Mezopotamyayê ku li navçeya Kayapınarê li ser qada 211 dönüman tê avakirin temam kir. Tê plankirin ku park di destpêka havînê de ji bo xizmeta gel bê vekirin.
Di projeya ku ji hêla Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve tê meşandin de; sînemaya li hewa vekirî, pirtûkxaneya mezin, tesîsên civakî, kafe, hewzên avê, rêyên bîsiklêt û meşê û qadên lîstikê yên zarokan hene.
Rêveberê Şubeya Daîreya Park û Baxçeyan Osman Yavuz diyar kir ku çêkirina parkê nêzîkî salek berê dest pê kiriye û got ku beşek ji 130 hezar metreqareyî wek qada kesk hatiye plankirin û heta niha ji 30 cureyên cûda 8 hezar dar hatine çandin.
Mîmarê projeyê Hakan Demir anî ziman ku park ne tenê qada bêhnvedanê ye, wan di nîvê Diyarbekirê de daristanek çêkiriye û ji hêla mezinahiyê ve li Tirkiyeyê di rêza sêyem de an jî ya çarem de ye. Demê temam bibe, tê hêvîkirin ku park bibe yek ji qadên girîng ên jiyana civakî ya bajarî.
Çavkanî: Rûdaw