PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Hişyariya baran û berfa zêde li navçeyên Licê û Qulpê yên Amedê
Midûriyeta Herêma 15an a Meteorolojiyê, ji bo hin navçeyên Amed, Êlih û Sêrtê hişyariya baran û berfa zêde da.

Hişyariya baran û berfa zêde li navçeyên Licê û Qulpê yên Amedê

Midûriyeta Herêma 15an a Meteorolojiyê, ji bo hin navçeyên Amed, Êlih û Sêrtê hişyariya baran û berfa zêde da.

Li gor daxuyaniya Navenda Pêşbînî û Hişyariyê ya Midûriyeta Herêma 15an a Meteorolojiyê, ji şeva îşev û pê ve li navçeyên Licê û Qulpê yên Amedê baraneke zêde tê pêşbînîkirin. Li deverên bilind jî berf tê payîn.

Di heman demê de, li navçeyên bakurê Êlihê Qubîn û Sasonê, li bakurê Sêrtê Baykan û Şêrwanê û li navçeyên din ên bakurê Amedê (Erxenî, Pîran, Henî, Kocaköy, Hezro, Farqîn) baraneke herêmî ya pir xurt (51-75 kg/m²) û xurt (21-50 kg/m²) wê bibare.

Meteorolojiyê hişyarî da ku baran li deverên bilind wê bibe berf û barana tevlîhev, herwiha dibe ku lehî, avketin, şimitîna axê, astengiyên di çûnûhatinê de û bayê xurt çêbibin.

Çavkanî: Amida Haber

İlgili haberler