PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Farqîna Diyarbekirê di şkeftekê de hestî û kafatasa mirovan hatin dîtin
Li şkefteke di navbera gundên navçeya Farqînê de parçeyên hestiyan û kafatasa ku tê texmînkirin ên 15-20 kesan in hatin dîtin.

Li Farqîna Diyarbekirê di şkeftekê de hestî û kafatasa mirovan hatin dîtin

Li şkefteke di navbera gundên navçeya Farqînê de parçeyên hestiyan û kafatasa ku tê texmînkirin ên 15-20 kesan in hatin dîtin.

Li şkefteke ku di navbera gundên Boyunlu (Boşat) û Ormandışı (Çîçika) yên li ser navçeya Farqîna Diyarbekirê de ye, hestî û kafatasa mirovan hatin dîtin.

Li ser agahdarkirina ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê re hat kirin, heyetek hat avakirin û di 19ê Mijdarê de çû şkefte lêkolîn kir. Di dema lêkolînê de di bin keviran de hestî û kafatasên ku tê bîrokirin ên 15-20 kesan in, di hinek hestiyan de deqên mîna şopên şewatê û kûtiyeke vexwarinê hatin dîtin. Şkeft ji sê qatan pêk dihat û dema lêkolînê nêzîkî 1,5 saetan dom kir; tevî ku di her biwistekê de hestiyên mirovan dihatin dîtin jî, parçeyekî cilûbergan ê tenê jî nehat dîtin.

Endamê Komîsyona Wundahiyan a Şaxa ÎHDê ya Diyarbekirê Fırat Akdeniz got: "Kevirê ketina şkeftê xeternak e. Me bi zorê xwe gihandê. Di qata duyemîn de hestiyên mirovan bêtir hatin dîtin. Bêhneke girantir û tariyeke zêdetir hebû... Di kafatasa hin ji wan de şopên ku îhtîmal e şopên fîşekê bin hebûn. Hin ji wan xera bibûn. Îhtîmal heye ku hin ji wan kafatasên zarokan bin." Ji bo lêpirsîna li ser hestiyên hatine dîtin re serlêdan ji Serdozgeriya Komarê ya Farqînê re hat kirin.

Çavkanî: Amida Haber

İlgili haberler