
Li çar mehallên Sûra Diyarbekirê du hefte ye elektrîk tê birîn
Li mehallên Kozan, Kabasakal, Tanoğlu û Arzuoğlu yên li ser navçeya Sûrê nêzîkî du hefte ye elektrîk timê tê birîn. Ev yek bi taybetî nexweş, kal û pîr û zarokan mexdûr dike û bandorê li dibistanan jî dike.
Li mehallên Kozan, Kabasakal, Tanoğlu û Arzuoğlu yên li ser navçeya Sûra Diyarbekirê du heftên dawiyê de elektrîk timê tê birîn. Rûniştvanên mehallan diyar kirin ku elektrîk di rojê de bi navînî tenê 4-5 saetan, hin rojan jî 6 saetan tê danê û birîna elektrîkê piraniya caran di heman saetan de çêdibe.
Ev birînên elektrîkê bi taybetî jiyana rojane ya nexweş, kal û pîr û zarokan zehmet dike. Hat ragihandin ku dibistan jî ji vê rewşê bandor bûne û ji bo hin dibistanan jeneratör hatine şandin, lê dîsa jî xwendekar ji vê yekê xera dibin. Xwendekaran bi pankartên "Elektrîk tune be, dibistan jî tune ye" çalakiyeke nerazîbûnê li dar xist.
Rûniştvanên mehallan gotin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê wan serî li Şirketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) û saziyên din yên peywendîdar dane, lê heta niha ew li bende bersivê ne. Hat destnîşankirin ku giliyên li cem berpirsan û parlementeran jî encam nedane û xelkê herêmê ji vê rewşê pir aciz e.
Çavkanî: Amida Haber