
Duaya welatiyê ji Diyarbakırê ya ji bo Osimhen di nav 24 saetan de hat cih
Duaya welatiyekî ji Diyarbakırê ku ji bo birîndarbûna Victor Osimhen kiribû, di nav 24 saetan de bi daxuyaniya Galatasarayê hat cih.
Di hefteya 11an a Süper Ligê de Amedspor di saet 19.00an a êvarê de dê li dijî lîder Galatasarayê bilîziya. Beriya maçê, alîgerekî Amedsporê ku li ber Mizgefta Mezin a dîrokî ya Diyarbakırê diaxivî, diyar kir ku ew dixwaze Victor Osimhen birîndar bibe.
Alîgar wiha got: "Duh min gelekî dixwest Osimhen birîndar bibe. Le nebû. Xwezî birîndar biba. Dema maç dihat lîstin ji dilê min ew derbas bû, xwezî ew birîndar bikirana" û got ku ew hêvî dike ev duaya wî bê cih.
Klûba Galatasarayê, 24 saet piştî duaya welatî ragihand ku Osimhen birîndar e û da zanîn ku lîstikvan ji kadroya maça Amedsporê hat dearkirin. Ev geşedan, wekî ku duaya welatî bi awayekî herî lez hatibe qebûl kirin hat şîrovekirin.
Çavkanî: Amida Haber