Rojev

DMM, îdiayên rakirina busta Heyder Eliyev û avakirina navenda çandê derew derxist
DMM ragihand ku Şaredariya Şişliyê ti planeke wê ya rakirina busta Heyder Eliyev û avakirina navendeke çandî ya nû li wî parkî nîne.
Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê (DMM) ya Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê, bersiva wan îdiayên li ser medyaya civakî da ku digotin busta li Parka Heyder Eliyev wê bê rakirin û li şûna wê navendeke çandê bê avakirin.
DMM di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Şaredariya Şişliyê li wê qadê ti xebatekê nake û projeyeke bi vî rengî di rojevê de nîne.
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku divê guh nedin wan îdiayên ku provokasyon û dezenformasyonê dihewînin û dixwazin têkiliyên di navbera her du welatên dost û bira de xera bikin û raya giştî bixapînin.
Çavkanî: Rûdaw