
Li Samsunê şûşeyeke boyaxa sentetîk a 170 salî di muzeyê de tê nîşandan
Boyaxa sentetîk a bi navê mauveine ku beriya 170 salan hatiye çêkirin û di dema xerakirina mala bijîşkekî li Samsunê de hatibû dîtin, di Muzeya Aletên Cerahî û Tenduristiyê de tê nîşandan.
Li Samsunê di dema xerakirina mala bijîşkekî de, di Dolaba di nav dîwar de şûşeyeke cam hat dîtin ku tê texmînkirin temenê wê nêzî 170 salî ye û boyaxa sentetîk a bi navê "mauveine" di nav de ye. Şûşe ji ber ava wê ya binefşî di destpêkê de hat fikirîn ku belkî derman be û ji bo Muzeya Aletên Cerahî û Tenduristiyê ya Samsunê hat veguhastin.
Muze di sala 2021an de bi nûjenkirina atolyeyeke kevn a tamîrkirina vagonan a nêzî 100 salî hat vekirin û ewmuzeya yekem a aletên cerahî û tenduristiyê ye li Turkiyeyê. Muze bi hevkariya Walîtiya Samsunê, Şaredariya Mezin, Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar, Ajansa Geşepêdanê ya Deryaya Reş a Navîn û sektora tibî hat avakirin.
Serokê Komeleya Koma Inovasyonê ya Saziya Tibî (MEDİKÜM) Ahmet Alp Doğru diyar kir ku ev şûşe madeya yekem a xav a dermanên kîmyewî ye di cîhanê de û di muzeya dermanan a li Londonê de jî heye. Berpirsa muzeyê ku arkeolog e Begüm Aydın jî bal kişand ser giringiya vê madeyê ji bo dîroka kîmyayê û pênşesaziya dermanan û bang li welatiyan kir ku serdana muzeyê bikin.
Çavkanî: Rûdaw