
Di Serdema Kabîneya Nehem de li Duhokê Zêdetirî 1600 Proje Hatine Cîbicîkirin
Di serdema kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê de li Duhokê zêdetirî 1600 proje hatine destpêkirin û zêdetirî %80ê wan hatine temamkirin.
Di serdema kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li parêzgeha Duhokê zêdetirî 1.600 proje hatine cîbicîkirin û rêjeya temambûna van projeyan derbasî %80ê bûye.
Cîgirê Parêzgarê Duhokê Macîd Seyîdsalih diyar kir ku piştî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bo Duhokê, gelek daxwaz ji wan re hatine şandin. Wî da zanîn ku di serê van daxwazan de temamkirina wan projeyan e ku ji ber kêmbûna lîkîdîtê û nehatina dayîna pereyên kompanyayên cîbicîkar nîvco mabûn. Projeyên rawestiyayî sektorên wekî perwerde, rê, kanalîzasyon û tenduristiyê li xwe digirin; bi taybetî hat tekez kirin ku hinek dibistan û projeyên rêyan di rêza pêşîn de ne.
Seyîdsalih bal kişand ser wan projeyên stratejîk ên ku hêj berdewam in, wekî rêya du-şane ya Baadrê-Îtê ku %70ê wê temam bûye, Parka Aluka û projeya ava Berdereşê ku dê pêdiviya ava 80 gundan dabîn bike. Her wiha da zanîn ku di sektorên rê, elektrîk û tenduristiyê de jî gelek projeyên giring berdewam in.
Rêveberiya parêzgeha Duhokê ragihand ku li hember metirsiya lehiyê xebateke berfireh dest pê kirine, piraniya xetên kanalîzasyon û rêrên avê yên li seranserê bajêr hatine paqijkirin û ji bo pêşîgirtina li lehî rabûnê, projeyên nû jî hatine cîbicîkirin.
Çavkanî: Kurdistan24