
Kabîneya Nehem a Kurdistanê 8 Milyar Dolar ji bo Tûrîzmê Veberhênan Kir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema kabîneya nehem de nêzî 8 milyar dolaran di sektora tûrîzmê de veberhênan kir û destûr da 118 projeyan.
Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi armanca ku sektora tûrîzmê bike yek ji stûnên sereke yên aboriyê, di dema erkê xwe de nêzî 8 milyar dolaran veberhênan kir. Li gorî daneyên fermî, tûrîzm bi para %44 ya sermayeya giştî ya veberhênanê, di nav hemû sektoran de di rêza yekem de cih girt. Di vê heyamê de ji bo 118 projeyên tûrîzmê bi nirxê 7 milyar û 913 milyon û 550 hezar û 188 dolaran destûr hat dayîn û herwiha biryar hat dayîn ku heman hejmar projeyên din jî bi budçeya 48 milyar û 742 milyon û 327 hezar û 115 dînarî bên cîbicîkirin.
Di nav projeyên sereke yên kabîneyê de, "Kembera Jiyanê" heye ku armanc dike metirsiya lehiyê li navenda bajarê Hewlêrê kêm bike û dîmenekî kesk ê tûrîstî bide bajêr. Herwiha Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê heye ku li derveyî rêya 150 metreyî, bi firehiya 2 kîlometreyan û di 8 qonaxan de tê cîbicîkirin; di çarçoveya vê projeyê de 7,7 milyon şitil dê bên çandin û 10 bendavên avdanê dê bên avakirin. Restorasyona Keleha Hewlêrê û Bazara Qeyserî, pêşxistina rê û kompleksên tûrîstî yên ku deverên wekî Bêxal, Geliyê Elî Beg û Çiyayê Korekê li Îdareya Soranê bi hev ve girêdidin, Kornîşa Zaxo (bi butçeya nêzîkî 24 milyar dînar) û Projeya Teleferîka Çiyayê Zava (bi bilindahiya 500 m, dirêjiya 3 hezar û 300 m û bi mesrefa 30 milyon dolar) di nav veberhênanên pêşîn ên kabîneyê de ne.
Di nav destpêşxeriyên din ên girîng de Projeya Tûrîzmê ya Geliyê Zaxo, restorasyona Pira Delal û Qişleya Zaxo hene. Herwiha ji bo gelek projeyên sektora giştî û taybet ên ku otêl, gundên tûrîstî û xizmetguzariyên binesaziyê li deverên Dûkan û Ehmedawa dihewînin, destûr hatine dayîn. Armanca van projeyan ew e ku binesaziya tûrîzmê ya herêmê xurt bikin û wê bikin navendeke nûjen a tûrîzmê.
Çavkanî: Kurdistan24