
Wênekêşana fîlmê Umur Hozatlı yê bi navê ‘Deftera Xenîmetê’ ku behsa jenosîda Enfalê dike, li Hewlêrê bi dawî bû
Derhênerê Kurd Umur Hozatlı, karê wênekêşana fîlmê xwe yê bi navê ‘Çar Reng: Kesk / Deftera Xenîmetê’ ku behsa jenosîda Enfalê dike, li Hewlêrê bi dawî anî.
Derhênerê Kurd Umur Hozatlı, karê wênekêşana fîlmê xwe yê yekem bi navê "Deftera Xenîmetê" ku beşek ji rêzefîlmeke çar beşî ye û behsa jenosîda Enfalê ya sala 1988an a rejîma Beasê ya bi serokatiya Sedam Huseyîn dike, li Hewlêrê bi dawî anî. Fîlm bi navê "Çar Reng: Kesk / Deftera Xenîmetê" tê nasandin ku ev nav ji bo rengê kesk ê ala Kurdistanê hatiye terxankirin.
Fîlm bi zimanekî bi bandor behsa dramaya mirovî ya li Kampa Topzawa ya nêzîkî Kerkûkê dike; cihê ku di dema jenosîda Enfalê de bi sedan hezar kes lê hatin qetilkirin û koçberkirin. Ev kamp wekî yek ji navendên herî tarî yên Enfalê tê nîşandan.
Derhêner Hozatlı di şêwaza xwe ya sînemayî de şêwaza minimalist a Arthouse bi kar tîne. Ew bi vê projeyê ne tenê dixwaze fîlmeke dîrokî çêbike, di heman demê de armanc dike ku Enfalê bibe ser dikên sînemaya navneteweyî û bîreke cîhanî ava bike.
Çavkanî: Kurdistan24