
Li Duhokê Amadekariyên li Dijî Metirsiya Dêl û Şepiyan Hatine Temamkirin
Qaymeqamiya Duhokê ragihand ku ji bo rêgirtina li dêl û lehiyên ku di mehên zivistanê de çêdibin, hemû tedbîr hatine girtin.
Qaymeqamiya Duhokê ragihand ku ji bo rêgirtina li dêl û lehiyên ku dibe ku di demsala zivistanê de çêbibin, amadekariyên wan temam bûne. Qaymeqam Brîndar Haydar diyar kir ku ew di nav hevgirtineke tam de ne legel saziyên peywendîdar û xebatên paqijkirinê li rexên kolanan û rûbarên bi metirsî bê navber berdewam dikin.
Qaymeqamiyê got ku tîmên Şaredariya Duhokê û Rêveberiya Avrêj û Karesatan bala xwe dane ser xebatên jêrxanê, bi taybetî li ser Rûbarê Hişkero. Rêveberê Avrêjê Yûnus Cano hûrgiliyên projeyên ku ji bo demsala zivistanê hatine bicîhanîn parve kirin.
Cano diyar kir ku ji bo rêgirtina li lehiyê li navenda bajarî û navçeyan projeyên piçûk bi budçeya nêzîkî 480 mîlyon dînar hatine temamkirin. Her wiha da zanîn ku bi piştevaniya Rêxistina Navdewletî ya Kar (ILO) û Wezareta Karên Derve ya Holandayê li Maltaya Xwarê xeta avrêjê ya bi dirêjiya 840 metreyî hatiye çêkirin. Piştî lehiya wêranker a meha Adara 2024an, pispor armanc dikin ku ev tedbîrên nû di demsala nû de metirsiyan dakêşin asta herî kêm.
Çavkanî: Kurdistan24