
Lûtkeya Rêberan a COP31ê li Antalyayê Dest Pê Kir
Bi mazûvaniya Serokkomarê Turkiyeyê Erdoğan, li roja sêyem a COP31ê rêber li Antalyayê civiyan.
Rûniştina Lûtkeya Rêberan li roja sêyem a 31emîn Konferansa Aliyan a Peymana Çarçoveyê ya Guherîna Keşûhewayê ya Cîhanê (COP31), bi mazûvaniya Serokkomarê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan li Antalyayê dest pê kir. Serokên dewlet û hikûmetan ên 102 welatan, 300 wezîr û şandeyên astbilind ên ji 196 welatan beşdarî lûtkeyê dibin.
Li Antalyayê li qada ku navê "Herêma Şîn" lê hatiye kirin û meziniya wê 527 hezar metreçargoşe ye, rêber dê bi merasîmeke fermî bên pêşwazîkirin. Piştî kişandina wêneya malbatî ya kevneşopî, ew dê berê xwe bidin Hula Anadoluyê ji bo civata giştî û muzakereyên keşûhewayê. Tê payîn ku di heyama konferansê de nêzîkî 100 hezar kes serdana Herêma Şîn bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ser êvarê roja sêşemê 10ê Mijdarê bi vexwendina fermî ya Erdoğan gihîşt Antalyayê û dê beşdarî rûniştinên ku dê du rojan dewam bikin bibe. Barzanî û şandeya wî dê di çarçoveya konferansê de ku dê heta 20î Mijdarê dewam bike, beşdarî gelek hevdîtinên dualî yên astbilind, panel û civînên serê maseyê bibe.
Çavkanî: Kurdistan24