
Eco Iraq: Ziyana rojane ya êrîşa li ser Kormorê zêdetirî 4,15 milyon dolar e
Rawestîna hilberînê li qada gazê ya Kormorê, bû sedema windakirina rojane ya 4,15 milyon dolarî ji bo gaza xwezayî, LPG û kondensatê.
Çavdêriya Eco Iraq ragihand ku rawestîna hilberînê li qada gazê ya Kormorê ya li Herêma Kurdistanê, bûye sedema ziyaneke rojane ku ji 4,15 milyon dolarî zêdetir e. Ev mîqdar, nirxê hilberîna gaza xwezayî, gaza şil (LPG) û kondensatê di nav xwe de digire.
Di rapora Çavdêriyê de hat diyarkirin ku berî êrîşê li qadê rojane nêzîkî 700 milyon lingên kûb gaza xwezayî dihat hilberîn û li ser bingeha bihayê yekeya 3,3 dolarî ji bo her milyon lingên kûb, ziyana naskirî 2,31 milyon dolar e. Rawestîna hilberîna rojane ya 1.400 ton LPG'yê bi bihayê 720 dolarî ji bo her tonê bû sedema ziyana 1,008 milyon dolarî, û birîna hilberîna 22 hezar bermîl kondensatê jî li ser bingeha 38 dolarî ji bo her bermîlekê bû sedema ziyana 836 hezar dolarî.
Eco Iraqê tekez kir ku ev reqam tenê ziyana rasterast a keresteyên xav nîşan didin û lêçûnên rawestîna kar a konsorsiyûma hilberîner, xercên veguhastina bi boriyan û ziyanên aborî yên nerasterast ku ji ber kêmbûna elektrîkê li santralan çêbûne, di nav de nînin. Kormor li sînorê Çemçemalê xwedî cîhekî stratejîk e û ji aliyê konsorsiyûma Pearl Petroleumê ve ku hevkariya Dana Gas û Crescent Petroleum a navenda wan li Emîratê ye, tê birêvebirin. Tesîsa ku di navbera salên 2025 û 2026an de bi giştî 12 caran hat armancgirtin, piştî êrîşa balafira bêmirov a di şeva yekşemê 8ê Mijdarê de neçar ma ku hilberînê bi temamî bisekincîne. Di êrîşê de kuştî û meşrûh çênebûn, lê birîna herikîna gazê binesaziya elektrîkê peqand û Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê piştrast kir ku ji ber birîna gaza peydakirî, 2.500 heta 2.700 megawatt kapasîte winda bûye.
Çavkanî: Kurdistan24