PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Cîhan
Cîhan

Abdullah Keskin Xelata Vefa ya ku ji bo Ehmedê Xanî hatiye dayîn werdigire
Xelata Vefa ya ku di çarçoveya Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên Serokomariyê de ji bo Ehmedê Xanî hatiye diyarkirin, wê ji bo damezrînerê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin bê dayîn.

Abdullah Keskin Xelata Vefa ya ku ji bo Ehmedê Xanî hatiye dayîn werdigire

Xelata Vefa ya ku di çarçoveya Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên Serokomariyê de ji bo Ehmedê Xanî hatiye diyarkirin, wê ji bo damezrînerê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin bê dayîn.

Di Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên Serokomariya Tirkiyeyê de îsal Xelata Vefa jî hat zêdekirin. Xelata Vefa ya ku di lîsteya xelatên 2026an de cih digire, wê ji bo helbestvan û rewşenbîrê kurd ê sedsala 17an Ehmedê Xanî bê dayîn û bi merasîmeke ku di nîvê meha kanûnê de ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ve bê lidarxistin, wê radestî damezrînerê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin bê kirin.

Weşanxaneya Avestayê di sala 1996an de li Stenbolê bi çar pirtûkên wêjeya kurdî dest bi jiyana weşanê kir û di pêşketina weşangeriya pirtûkên kurdî ya li Tirkiyeyê de roleke pêşeng lîst. Weşanxaneya ku heta niha zêdetirî 900 berhem weşandiye, li ser dîrok, ziman û çanda kurdî jî gelek lêkolîn û xebatan pêşkêş dike.

Ehmedê Xanî ku di sala 1651 an jî 1652an de hatiye dinyayê, yek ji navên herî girîng ên wêjeya kurdî ya klasîk e. Berhema wî ya herî navdar "Mem û Zîn" di sala 1695an de hatiye temamkirin û wekî yek ji berhemên bingehîn ên wêjeya kurdî tê qebûlkirin. Her wiha bi berhema xwe ya bi navê "Nûbihara Biçûkan" ku di sala 1683an de nivîsiye, ji bo perwerdehiya zarokên kurd ferhengeke helbestî ya erebî-kurdî amade kiriye.

Weşanxaneya Avestayê di demên dawî de layîqê Xelata Azadiya Weşanê ya Navneteweyî ya Yekîtiya Weşanxaneyên Amerîkayê (AAP) hatibû dîtin û ji ber ku ji ber pirtûkên weşandine gelek salan rastî zextan hatibû, ev xelat wergirtibû.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler