Rojev

Li Endonezyayê di mezinahiya 6,6an de erdhej çêbû
Li başûrê rojavayê bajêrê Tual ê Endonezyayê di kûrahiya 68 kîlometreyan de di mezinahiya 6,6an de erdhejek hat tomarkirin, tu ziyanên giyanî û malî nehatine ragihandin.
Li gorî daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS), 148 kîlometre li başûrê rojavayê bajêrê Tual ê Endonezyayê, di kûrahiya 68 kîlometreyan de di mezinahiya 6,6an de erdhejek çêbû.
Rayedaran ragihand ku piştî erdhejê tu hişyariya tsunamiyê nedane û li gorî tespîtên yekem, tu ziyanên giyanî û malî çênebûne.
Endonezya ku li ser Kembera Agir a Pasîfîkê ye, ji ber tevgera sîsmîk ku li herêmê pir çêdibe, rastî erdhejên wisa tê.
Çavkanî: Kurdistan24