
Zêdetirî 800 Ciwanên ji 47 Welatan li Hewlêrê ne: Lûtkeya Ciwanên Cîhanî Dest Pê Kir
Lûtkeya Ciwanên Cîhanî ya Herêma Kurdistanê, di navbera 24-26ê Mijdara 2026an de li Hewlêrê zêdetirî 800 ciwanên ji 47 welatan tîne cem hev.
"Lûtkeya Ciwanên Cîhanî ya Herêma Kurdistanê" ku ji aliyê Weqfa Kurdistanê ve tê lidarxistin, roja Sêşemê 24ê Mijdarê saet di 10.00an de li Salona Se'ed Ebdullah a Hewlêrê dest pê kir û dê heta roja Pêncşemê 26ê Mijdarê sê rojan berdewam bike. Lûtkeya ku bi dirûşma "Avakirina Pêşerojê" tê lidarxistin, ji bilî 800 ciwan û nûnerên ji 47 welatan, wezîr, berpirsên hikûmetê, veberhêner û nûnerên rêxistinên navneteweyî li ser heman platformê dicivîne.
Bernameya lûtkeyê armanc dike ku ciwan ne tenê guhdar bin, belkî wekî rêveberên panelan û beşdarên ku pêşniyarên polîtîkayê amade dikin cih bigirin. Pênc sernavên sereke yên rûniştinan – veguhertina dîjîtal û îstîxbarata çêkirî, perwerde û jêhatîbûnên ji bo pêşerojê, keşûhewa û geşepêdana domdar, pêşeroja cîhana karsaziyê û teknolojî, karên kesk û herwiha serokatî û hevkariya navneteweyî – li gorî Armancên Geşepêdana Domdar ên Neteweyên Yekbûyî ne. Di dirêjahiya sê rojan de bi moderatoriya ciwanan 6 panel, 6 axaftinên sereke, 10 civînên dorhêl, 12 atolye tên lidarxistin û 4 memorandûmên têgihîştinê bi hevkarên navneteweyî re tên îmzekirin.
Roja Çarşemê 25ê Mijdarê, rûniştin di çarçoveya bernameya "10 Pirsgirêk 10 Çareserî" de ku Weqfa Kurdistanê di Sibata 2026an de dabû destpêkirin, tên şekilkirin. Di vê çarçoveyê de 10 ciwanên xwedî kar, bi nûnerên wezaretên peywendîdar û pisporên navneteweyî re dicivin û li ser her maseya wezaretê pêşniyarek polîtîkaya giştî amade dikin. Bi giştî 10 pêşniyarên polîtîkayê yên berbiçav di rûniştina "Galeriya Çareseriyan" de tên pesendkirin.
Çavkanî: Kurdistan24