
Bîlançoya ziyanên lehiyê li Hewlêrê û xebatên tespîtkirinê
Hate ragihandin ku piştî lehiya li Hewlêrê, ziyanên 171 erebeyan û bi sedan avahiyan hatine qeydkirin.
Komîsyona hevbeş ku ji Nûnerên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF), Navenda Birêvebirina Qeyranan a Parêzgeha Hewlêrê û qeymakamiyê pêk tê, ji roja duşema borî ve ji bo tespîtkirin û qeydkirina ziyanên ku lehiya li Hewlêrê çêkiriye dixebite.
Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Hêmin Qadir, di 14ê Mijdara 2026an roja şemiyê de di daxuyaniya xwe de diyarkir ku di qonaxa yekem de tenê tespîtkirina ziyanê tê kirin û hikûmetê dê mîna salên borî li gorî derfetên xwe beşek ji ziyanên welatiyan bide. Qadir ragihand ku komîsyona taybet a ku ji bo tespîtkirina ziyanên erebeyên ku ji ber baran û kombûna avê ziyan dîtine hatiye avakirin, karên xwe yên qeydkirin û lêkolînê berdewam dike.
Komîsyon ji karbidestên pispor, mehendisên meşîneyan, nûnerên beşa hiqûqê û pisporên teknîkî yên erebeyan pêk tê û armanc dike ku ziyanan bi baldarî û adilane hesab bike da ku mafên qanûnî yên welatiyên mexdûr biparêze. Heta niha ligel 171 erebeyan, 850 mal, 650 dikan, 2 mizgeft, 2 hêlînên zarokan, 105 dibistan, 5 market, 1 otêl, 2 dermanxane, 2 navendên tenduristiyê, 1 berber, 1 salon û 119 dezgeh hatine qeydkirin.
Çavkanî: Kurdistan24