
Ji Hewlêrê bo Parêzgehên Navîn û Başûrê Iraqê 422 Hezar Ton Berhemên Çandiniyê Hatin Şandin
Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê Hemîn Seyîd Murad ragihand ku di 10 mehên ewil ên sala 2023an de, ji bajêr 422 hezar û 919 ton berhemên çandiniyê yên xwecihî bo navçe û parêzgehên navîn û başûrê Iraqê hatine şandin.
Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê Hemîn Seyîd Murad da zanîn ku ji destpêka salê heta dawiya meha cotmehê, bi rêya bazara Hewlêrê 422 hezar û 919 ton ji 23 cureyên cuda yên berhemên çandiniyê yên cotkaran bo parêzgehên navîn û başûrê Iraqê hatine şandin.
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, di lîsteya şandinê de berhema herî zêde daxwaz li ser bûye kartol e. Di nav berhemên din ên bingehîn de pîvaz û bacanê sor hene. Kêmtirîn mîqdara şandinê jî bi 193 tonan kîvarkên spî yên çandiniyê bûn.
Hemîn Seyîd Murad diyar kir ku ji ber ku xurekên bingehîn ên wekî kartol, pîvaz û bacanê sor di selika rojane ya malbatan de cihê xwe yê girîng heye, ev berhem li bazarên navîn û başûrê Iraqê daxwazeke zêde dibînin, lê berhemên din kêm an jî bi awayekî demsalî tên bikaranîn.
Çavkanî: Kurdistan24