
Projeya Erbil Motor City li ser 250 hezar metreçargoşeyî sektora otomobîlan û werzîşên motorê diguherîne
Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Toyota Iraq bi projeya Erbil Motor City a li ser 250 hezar metreçargoşeyî komplekseke nû di warê pîşesaziya otomobîlan û werzîşên motorê de ava dikin.
Kabinaya 9em a Hukûmeta Herêma Kurdistanê, bi armanca pircurkirina dahatê û kişandina veberhênana biyanî, projeya stratejîk a bi navê "Erbil Motor City" dixîne di pratîkê de. Proje ji aliyê Toyota Iraq ve tê birêvebirin û dê li ser qada 250 hezar metreçargoşeyî bê avakirin. Di qonaxa yekem de mezinahiya veberhênana beşê 100 hezar metreçargoşeyî nêzîkî 20 milyon dolarên Amerîkî hat diyar kirin.
Di nav beşên sereke yên projeyê de navenda firehkirî ya Kontrola Berî Teslîmatê (PDI) û Depoya Navendî ya Parçeyên Zêde (CPD) hene. Her wiha dê beşên werzîşên motorê yên li gorî pîvanên navneteweyî yên wekî qada kartingê, qada ajotina dînamîk û rêya ceribandinê ya off-roadê bêne çêkirin.
Cîgirê Rêveberê Giştî yê Karên Hukûmetê û Têkiliyên Saziyan ê Sardar Group Çwas Hawezi diyar kir ku armanca projeyê ew e ku heza ciwanan a ji bo ajotinê di jîngeheke ewle û bin kontrolê de pêş bixe û ewlehiya ajotinê li ser rêyên giştî zêde bike.
Çavkanî: Kurdistan24