
Pêşangeha Navneteweyî ya Pertûkan li Hewlêrê Bû Hêza Aboriya Bajar
Pêşangeha Navneteweyî ya Pertûkan ku li Hewlêrê hat çêkirin, bi 400 weşanxaneyên ji 40 welatan û bi sed hezaran mêvanan aboriya herêmî û geştyariyê zindî kir.
Pêşangeha Navneteweyî ya Pertûkan li Hewlêrê ku 10 rojan dom kir, mazûvaniya 400 weşanxaneyên ji 40 welatan û sed hezaran mêvanan kir û daxwazeke mezin li ser aboriya bajar çêkir. Aborînas Dr. Xalid Heyder diyar kir ku pêşangehê firotin zêde kirine, dahat bilind kirine û tevgera bazirganiyê ya bajar leztiyir kiriye.
Şandeyên biyanî û mêvanên ku ji derva hatine, bi xerckirinên ji bo otêl, xwarinxane, veguhastin û kirînê para dravê nû tevlî bajar kirin. Heyder destnîşan kir ku dahata sektorên din dikare ji dahata firotina pertûkan zêdetir bibe û beşek mezin ji vê dahatê di bazara Herêma Kurdistanê de dimîne.
Derfetên kar yên demkî ku di pêşangehê de çêbûn, ji bo ciwanan dahat, ezmûna kar û torên têkiliyan yên fireh çêkirin. Kirêkirina standan, lêçûnên karmendan, xerckirinên xizmetguzariyê û bacan jî bandora aborî xurttir kirin. Dr. Heyder pêşniyar kir ku bi hêsankirina vîzeyan, pakêtên daxistî yên cih û geştê, efûkirina gumrukê û veguhastina erzan, qezencên aborî yên pêşangehê dikarin bibin du qat.
Pêşangeh di 21ê Çiriya Pêşîn rojacarşemê de bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî dergehên xwe vekirin û heta rojasemiyê mazûvaniya hezkiriyên pertûkan berdewam dike.
Çavkanî: Kurdistan24