
Şaredariya Ercîşê di Fuara Turîzmê ya Wanê de nirxên çandî û turîstî yên navçeyê dan nasîn
Şaredariya Ercîşê di 15emîn Fuara Turîzm û Geştê ya Wan û Anadoluya Rojhilat de kelepûra xwe ya çandî, tamên herêmî û berhemên keda destên jinan nîşan dan.
15emîn Fuara Turîzm û Geştê ya Wan û Anadoluya Rojhilat ku li Navenda Fuar û Kongreyan a Van Expoyê hatibû amadekirin, piştî beşdariyeke mezin bi dawî bû.
Şaredariya Ercîşê di fuarê de dewlemendiyên çandî yên navçeyê, tamên herêmî û berhemên keda destên jinan gihandin serdanvanan. Li standê hunerên destan yên kevneşopî û xwarinên taybet yên Ercîşê hatin nîşandan.
Hevşaredar Güler Temel û Parêzer Baran Bilici standên di qada fuarê de ziyaret kirin û hatin cem beşdaran. Di ziyaretan de bal hat kişandin ser girîngiya parastina nirxên çandî, piştgirîdana berhemên herêmî û nasîndana potansiyela turîzmê ya herêmê.
Eleqeya serdanvanên ku ji bajarên cihê hatibûn, alîkarî da nasîndana nirxên dîrokî, çandî û herêmî yên Ercîşê. Şaredariya Ercîşê diyar kir ku ew ê li ser zindîhiştina kelepûra çandî, xuyakirina keda jinan û domandina xebatên nasîndana turîzmê berdewam bin.
Çavkanî: Van Ekspres