
Di çarçoveya xebatên bûn bajaran de nûnerên meclisên sivîl serdana şaredariya Erdîşê kirin
Hevşaredarên Erdîşê Güler Temel û Baran Bilici, bi saziyên civaka sivîl re ku pêvajoya bûn bajaran dimeşînin hatin cem hev.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê, nûnerên saziyên civaka sivîl ku di rêya armanca bûn bajaran de xebatan dimeşînin, bi hevşaredarên Erdîşê Güler Temel û Baran Bilici re hevdîtinek pêk anîn. Di serdanê de Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Erdîşê Murat İzgi, Serokê Odeya Karên Dar û Hesin Rıdvan Fener, Serokê Odeya Ajokaran Yakup Çelik, Serokê Kooperatîfa Kredî û Kefaletê ya Esnaf û Sanatkaran Ahmet Gezer, Serokê Odeya Berber û Qahveciyan Muhittin Aydemir, Serokê Odeya Baqalan Câbir Görmüş û Serokê Odeya Ziraatê Barış Çelik jî cih girtin.
Di hevdîtinê de, pêvajoya bûn bajaran a Erdîşê, gavên ku dikarin ji bo pêşketina aborî, civakî û îdarî ya navçeyê bihên avêtin û qadên xebatê yên hevpar hatin gotûbêjkirin. Hevşaredaran bal kişandin ser hewldanên saziyên civaka sivîl ên ji bo paşeroja navçeyê û giringiya piştgiriya di navbera saziyan de û kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serdanê anîn ziman.
Çavkanî: Van Ekspres