Rojev

Li Erdîşê Li Dijî Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî Operasyona Reşvetê: 4 Kes Hatin Girtin
Li Erdîşê rêveberê weqfê û çar kes bi sûcê diziya drav û xirabkirina îhaleyan hatin girtin.
Li navçeya Erdîşê, di operasyona reşvetê de ku li dijî Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî hat kirin, rêveberê weqfê Sefa Kaya, hesabgir Murat Değer, karmend Tuba Batur, karmendên qaymeqamiyê Cem Akıllı û Ömer Aktaş, û esnaf Fikri Yapılcan û Mehmet Zeki İzgi hatin desteserkirin.
Çar kesên desteserkirî piştî ku li ewlehiyê îfadeyên xwe dan, şandin edliyeyê. Dozgeriyê hemû gumanbar bi sûcê "diziya drav û xirabkirina îhaleyan" şandin dadgehê.
Murat Değer û Tuba Batur bi mercê kontrola edlî hatin serbestberdan, lê rêveberê weqfê Sefa Kaya û çar kesên din bi heman sûcan hatin girtin.
Çavkanî: Van Ekspres