PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Erdoğan û hevala wî Emine li Balafirgeha Fuzulî ji aliyê Aliyev û hevala wî ve hatin pêşwazîkirin
Serokkomarê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan gihîşt Balafirgeha Navneteweyî ya Fuzulî ya Azerbaycanê û ligel çend wezîr û şêwirmendên xwe ji aliyê Serokkomar Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin.

Serokkomarê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan û hevala wî Emine Erdoğan li Balafirgeha Navneteweyî ya Fuzulî peyda bûn û ji aliyê Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û hevala wî Mihriban Aliyeva ve hatin pêşwazîkirin.

Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, Wezîrê Çandinî û Daristanan İbrahim Yumaklı, Serokê Saziya Sîxurî ya Neteweyî İbrahim Kalın, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Burhanettin Duran, Şêwirmendê Sereke yê Siyaseta Derve û Ewlehiyê Akif Çağatay Kılıç, Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê Kürşad Zorlu û Serokê Konseya Kalên Civata Dewletên Tirk Binali Yıldırım bi Erdoğan re bûn.

Di civîna her du rêberan de dê hevkariya Turkiye û Azerbaycanê di gelek qadên cuda de bête nirxandin û li ser geşedanên herêmî û cîhanî gotûbêj bête kirin. Aliyev hefteya çûyî beşdarî Civîna Bilind a Civata Dewletên Tirk ku li Enqereyê hatibû çêkirin nebûbû; Erdoğan jî li ser vexwendinê hat Qerebaxê.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler