
Erdoğan di Roja Serkeftinê ya Azerbaycanê de mil bi milê Aliyev re meşiya
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdoğan li Balafirgeha Fuzuliyê bi Serokkomarê Azerbaycanê Aliyev re hat cem hev.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan, di çarçoveya pîrozbahiyên 8ê Mijdarê Roja Serkeftinê ya Azerbaycanê de ji Stenbolê çû Qerebağê û li Balafirgeha Navneteweyî ya Fuzuliyê ji aliyê Serokkomarê Azerbaycanê İlham Aliyev û hevjîna wî Mihriban Aliyeva ve hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de kêliyên ku Erdoğan û Aliyev mil bi mil meşiyan bala ragihandinê kişand.
Wexta Erdoğan ji Balafirgeha Atatürkê bi rê ket, Cîgirê Serokkomar Cevdet Yılmaz, Parêzgarê Stenbolê Davut Gül û Serokê Partiya AKê yê Stenbolê Abdullah Özdemir ew bi rê kirin. Di vî serdanê de hevjîna wî Emine Erdoğan, Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, Wezîrê Çandinî û Daristanan İbrahim Yumaklı, Serokê Teşkîlata Sîxuriyê ya Neteweyî İbrahim Kalın, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Burhanettin Duran, Serşêwirmendê Siyaseta Derve û Ewlehiyê Akif Çağatay Kılıç, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya AKê Kürşad Zorlu û Serokê Konseya Rûsipiyan a TDTyê Binali Yıldırım bi wî re bûn.
Erdoğan dê li Şuşayê bi Aliyev re civîneke dualî bike, civîneke rojnamevaniyê ya hevpar li dar bixe, serdana Abîdeya Qetlîama Xocaliyê û Abîdeya Serkeftinê ya Xankendiyê bike, beşdarî xwarina fermî bibe û bi Aliyev re beşdarî merasîma leşkerî bibe. Di serdanê de peywendiyên biratî yên dîrokî yên her du welatan, kûrkirina qadên hevkarîyê û mijarên herêmî û cîhanî dê bên axaftin. Di hefteyên dawî de babetên mîna rêzikên cilûbergan ên li cihên giştî li Azerbaycanê û beşdarnebûna Aliyev di Zîzveya Rêxistina Dewletên Tirk de bûn sedema zêdebûna aloziyê.
Çavkanî: Kurdistan24