
Erdogan peyama biryardariya ji bo pêvajoya Tirkiyeya bê teror da
Serokkomar Erdogan di axaftina xwe ya li Navenda Kongreyê ya AK Partiyê de, bal kişand ser biryardariya gihandina armanca projeya Tirkiyeya bê teror.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di 19ê Mijdara 2026an de li Navenda Kongreyê ya AK Partiyê di Civîna Berfireh a Serokên Bajêr de axivî. Erdogan di axaftina xwe de got, "Em biryardar in ku pêvajoya xwe ya Tirkiyeya bê teror, ku projeyeke dewletê ya stratejîk e, bigihînin armanca wê."
Erdogan diyar kir ku kesên tevkariyê li vê pêvajoyê bikin dê navê xwe li ser rûpelên dîrokê binivîsin, kesên ku astengiyan derxin jî dê di wijdanê milet de bên mehkûmkirin. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku lûksiya tevgerîna bi hesabên şexsî nîne û milet her gavekê ji nêz ve dişopîne.
Serokkomar xwest ku hemû alî cudahiyên xwe yên fikrî bidin aliyekî û bi niyeteke baş piştgiriyê bidin pêvajoyê. Erdogan her wiha anî ziman ku ew ê nekevin lîstikên kesên ku plan dikin êrîşî kela hundirîn a AK Partiyê bikin û li hemberî her cure fitneyê hişyar bin.
Çavkanî: Kurdistan24