
Erdogan Xelata Wefayê ya Ehmedê Xanî dê bide Abdullah Keskin
Di Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên Serokomariyê de, Xelata Wefayê ya Ehmedê Xanî dê ji aliyê Erdogan ve radestî damezrînerê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin bê kirin.
Di çarçoveya Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên Serokomariyê yên sala 2026an de, "Xelata Wefayê" dane helbestvan, mutasawif û bîrmendê kurd ê sedsala 17an Ehmedê Xanî.
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, dê xelatê di merasîmekê de ku di nîvê meha berfanbarê de bê lidarxistin, radestî damezrînerê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin bike ku yek ji pêşengên weşangeriya pirtûkên kurdî li Tirkiyeyê ye.
Keskin, wekî weşangerekî ku bi salan e berhemên Xanî çap dike û tevî şert û mercên zehmet jî xebatên xwe di vî warî de didomîne, dê xelatê werbigire. Hat tekez kirin ku ev radestkirin ji bo zimanê kurdî û weşangeriya kurdî "pêşveçûneke mezin" e.
Çavkanî: Kurdistan24