
Li Erganiyê otomobîlek kete bin barhilgirekê, kesek mir û du kes birîndar bûn
Li navçeya Erganiyê otomobîlekê li barhilgira li pêşiya xwe da û kete bin wê; di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Erganiyê ya Diyarbekirê, li ser rêya Erganî-Diyarbekirê li nêzîkî Taxa Kömürtaşê, otomobîla bi plaqeya 57 AAJ 093 li barhilgira bi plaqeya 27 BCT 890 a ku li pêşiya wê diçû da û kete bin wê.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê yên 112, agirkuj û hêzên ewlekariyê sewqî cihê bûyerê bûn. Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat diyarkirin ku Azize Keklik a 30 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. E.U. û R.K. yên di qezayê de birîndar bûn jî piştî destwerdana ewil rakirin nexweşxaneyê.
Cenazeyê Azize Keklik şandin morqê û derbarê qezayê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.
Çavkanî: Tigris Haber