
Manoobûna anîna cenazeyê Ahmed el-Elwanî bo Iraqê li Enbarê fikar çêkirin
Anîna cenazeyê parlementerê berê yê Iraqê Ahmed el-Elwanî ku li Lubnanê hatibû kuştin bo Iraqê mano bû û li cihê şînê li Enbarê fikar û nerazîbûn çêbûn.
Li bajarê Remadî ku navenda Enbarê ye, ev sê roj in ji bo parlementerê berê yê Iraqê û yek ji kesayetên diyar yên suniyan Ahmed el-Elwanî ku li Lubnanê hatibû kuştin, konê şînê hatine vedan. Hatibû plankirin ku cenaze di ser Balafirgeha Bexdayê re bînin Iraqê, lê manoûna di vegerê de di nav meriv û alîgirên wî de guman û fikar çêkirin.
Rêvebir, kesên diyar yên eşîra Elbû Elwan û xelkê Enbarê ku beşdarî şînê bûn, diyar kirin ku derengxistina cenaze "ji bo vemirandina hêrsa gel e". Apamendê wî Mihemed Feysel Elwanî got ku manoûbûn bi rêkarên hikûmeta Lubnanê ve girêdayî ye.
Avêtina cenazeyê li cihê destşûştinê û danîna cemedana sor li ser wî, di nav beşdaran de bû sedema nerazîbûnên tund. Gelek kesan ev yek wekî "heqaret" navendin û cemedanên xwe yên sor li serê xwe kirin. Enwer Elwanî anî ziman ku ev tişt ji bo ku peyamekê bidin suniyan û ereban hatiye kirin.
Li gorî çavkaniyan, Ahmed el-Elwanî beriya ku bê kuştin, li ser projeyeke avakirina partiyeke mezin ya ji bo sala bê dixebitî.
Çavkanî: Rûdaw