
Parlamenterê berê yê Iraqê Ehmed el-Elwanî li Beyrûtê mirî hat dîtin
Parlamenterê berê yê ku li Beyrûtê wenda bûbû, di apartmanekê de mirî hat dîtin.
Parlamenterê berê yê Iraqê Ehmed el-Elwanî ku ev çend roj bûn li paytextê Libnanê Beyrûtê agahî jê nehatibû girtin, piştî ku ji otêla li taxa peravê ya Raouche derketibû, bi kesên pê re wenda bûbû û hemû têkiliyên wî hatibûn qutkirin.
Termê Elwanî li daîreyekê li taxa Tarîq el-Cedîde ya bajêr hat dîtin. Raporên destpêkê yên lêpirsînê nîşan didin ku dibe parlamenter bi kemînekê hatiye kişandin bo vî cihî û li wir hatiye xeniqandin.
Yekîneyên ewlehiyê yên Libnanê, ji bo ronîkirina bûyerê û girtina tawanbaran, bi hevahengiya Balyozxaneya Iraqê ya li Beyrûtê û rayedarên Bexdayê, lêpirsîneke berfireh dane destpêkirin.
Elwanî siyasetmedarekî sunnî bû ku li Ramadiya ser bi parêzgeha Enbarê ji dayik bûbû, di Parlamentoya Iraqê de parlamenterî kiribû û wekî yek ji kesayetên siyasî û civakî yên eşîra Elbu Elwan dihat naskirin.
Çavkanî: Kurdistan24