
Serokê berê yê Mossadê Cohen got êrîşên nû yên eskerî yên li ser Îranê neçar in
Cohen diyar kir ku Îran bernameya xwe ya nukleerî didomîne û da zanîn ku dibe di demeke nêz de operasyoneke berfireh li dijî Tehranê pêk were.
Serokê berê yê saziya îstixbarata derve ya Îsraîlê Mossadê Yossi Cohen, li Lûtkeya Karsaziya Navneteweyî ya Birthright Israel a li Tel Avîvê axivî. Cohen got ku Îran kapasîteya xwe ya nukleerî pêş dixe û ew bawer dike ku operasyoneke eskerî ya nû ya armanckirî, zû an dereng wê pêk were.
Cohen da zanîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser peymaneke muhtemel a bi Îranê re israr dike, dixwaze peymaneke baş çêbibe û niyet nîne peymaneke xirab qebûl bike.
Li gorî nûçeya Wall Street Journalê, Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper, vebijarkên eskerî yên ji bo destpêkirina êrîşên li ser Îranê pêşkêşî Trump kirine, lê serok hîn biryar nedaye. Heman raporê da zanîn ku Amerîka û Îsraîl ji bo êrîşên nû yên li ser Îranê amade dibin.
Di nûçeyê de hat îdiakirin ku rêveberiya Washingtonê hin welatên Kendavê hişyar kirine ku xwe ji bo êrîşên kurt lê dijwar ên ku dibe piştî hilbijartinên navber ên Kongreyê yên 3ê Mijdarê pêk bên, amade bikin.
Çavkanî: Rûdaw