
Fazil Mîranî: Çalakirina Parlamentoyê dê qeyrana siyasî çareser bike
Berpirsê PDK’ê Fazil Mîranî di hevdîtina xwe ya ligel Konsolosê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê Erman Topçu de, çalakirina parlamentoyê wek gaveke erênî bi nav kir.
Roja Şemiyê, 2026’an, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî li avahiya Polîtburoya PDK’ê ya li Pirmamê, ligel Konsolosê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê Erman Topçu civiya.
Mîranî diyar kir ku çalakirina parlamentoyê ji bo derketina ji qeyran û girtina siyasî ya ku ev du sal in berdewam dike, destpêkek erênî ye. Wî hêvî xwest ku hemû aliyên siyasî pirsgirêk û nakokiyan bidin aliyekî û beşdarî proseya avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin û tekezî li ser wê yekê kir ku peywendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de di asteke gelek baş de ne.
Konsolosê Giştî yê Hewlêrê Erman Topçu jî dubare kir ku peywendî di hemû waran de gelek baş in û berdewam dikin bi pêş ve diçin. Wî hêvî xwest ku hemû alî bigihîjin lihevkirinê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bikin û daxwaza berdewamiya aramî, îstiqrar û geşepêdana li herêmê kir.
Çavkanî: Kurdistan24