
FBI: Dizîna 6 Milyar Dolarî ya li Binanceyê bi Koreya Bakur ve girêdayî ye
FBI, berpirsyariya dizîna 6 milyar dolarên krîpto yên ji Binanceyê hatine dizîn, xiste stûyê Koreya Bakur.
Buroya Lêpirsînê ya Federal a Amerîkayê (FBI) ragihand ku di nêzîkî 29ê Cotmeha 2026an de, ji borsaya Binanceyê zêdetirî 6 milyar dolarên dîjîtal hatine dizîn û berpirsyariya vê bûyerê dikeve ser milê Komara Demokratîk a Gelê Koreyê (Koreya Bakur).
FBI diyar kir ku koma bi navê TraderTraitor, ya ku sala borî li pişt êrîşa sîber a 1,5 milyar dolarî ya li ser borsaya krîptoyê Bybit bû, di heman çalakiyên xerab de cih girtiye û piraniya malên dizîkirî veguherandiye Ethereumê.
Binance ragihand ku ev êrîş, ji aliyê qebareya danûstandinên rojane ve, êrîşeke sîber a berfireh bûye ku li ser borsaya herî mezin a krîptoyê ya cîhanê hatiye kirin û di nav çend deqeyan de zêdetirî 6 milyar dolar hatine dizîn. Şirketê da zanîn ku ji bo qerebûkirina nêzîkî %90ê ziyanê, ew ê bi qasî 6,34 milyar dolar tokenên krîptoyê bikirin û têxin tora sereke, lê ji ber ku %10ê mayî ji malên xwedî lîkîdîteya kêm pêk tê, vegerandina wan dê demeke dirêjtir bixwaze.
Di nav malên dîjîtal ên hatine dizîn de Bitcoin, Ethereum, Tether û pereyên krîpto yên sabît ên wekî USD Coin hene. Piştî nûçeyên êrîşê, di pereyên krîpto yên sereke de kêmbûna nirx çêbû û Binance ragihand ku ew ê pêvajoya vegerandina pereyan bi qonaxan pêk bînin; di qonaxa yekem de dê 15 pereyên krîpto di nav de Bitcoin, Ether, XRP û Dogecoin bên vegerandin.
Çavkanî: Rûdaw