
Fed rêjeya faîza polîtîkayê di navbera %3,75-%4 de bi sabîtî hişt
Fed bi 2 dengên dijber li hember 10 dengan, biryar da ku rêjeya faîza polîtîkayê li gorî pêşbîniyan di heman astê de bihêle.
Bankeya Navendî ya Amerîkayê (Fed), biryara xwe ya hiştina rêjeya faîza polîtîkayê di navbera %3,75-%4 de bi 2 dengên dijber li hember 10 dengan girt. Endama Lijneya Rêveber a Fedê Lisa Cook û Seroka Fedê ya Clevelandê Beth Hammack, ji bo ku rêjeya faîzê 25 pûanên bingehîn bê zêdekirin dengê xwe bikar anîn.
Di daxuyaniya Komîteya Bazarên Vekirî ya Federal (FOMC) ya Fedê de hat diyarkirin ku polîtîkaya parastina rezervên têrker di sîstema bankevaniyê de dê berdewam bike û çalakiyên aborî bi lezeke xurt berfireh dibin. Hat tekez kirin ku tevî nezelaliyên jeopolîtîk ên di asteke bilind de, lêçûnên navxweyî bi hêz mane.
Hat îfadekirin ku enflasyon hîn jî di asteke bilind de ye û bidestxistina zaniyarên zêdetir dê alîkariya Komîteyê bike da ku helwesta polîtîkaya guncaw ji bo vegerandina enflasyonê bo hedefa %2 di dema xwe de diyar bike. Fedê sala borî di mehên îlon, cotmeh û kanûnê de bi giştî 75 pûanên bingehîn daketin pêk anîbû, di pênc civînên ewil ên îsal de jî rêjeya faîzê bi sabîtî hiştibû. Di meha îlonê de, ji sala 2023an û vir ve cara ewil 25 pûanên bingehîn zêdekirina faîzê hatibû kirin.
Çavkanî: Rûdaw