
Fehmî Burhan: Guhertina demografîk a li Kerkûkê kûrahiya stratejîk a gelê Kurd e
Fehmî Burhan diyar kir ku Kerkûk û navçeyên din ên nakokî li ser wan hene, ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke stratejîk in û çareseriya tekane xala 140an a Destûra Iraqê ye.
Serokê Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî Fehmî Burhan bi gotina "Navçeyên Kurdî, kûrahiya stratejîk û nasnameya gelê Kurd in" bal kişand ser wê yekê ku paşeroja Kerkûk, Xaneqîn, Şengal, Mexmûr û Deşta Neynewayê bi hesabên hilbijartinan ve sînordar nîne.
Burhan diyar kir ku di pêvajoya piştî sala 2003an de li Kerkûkê li dijî Kurd û Tirkmenan guhertineke demografîk a plankirî hatiye kirin û rêveberiya Bexdayê li gorî destûr û yasayên milkî tevnagere.
Burhan bi gotina ku çareseriya yasayî û siyasî ya tekane ya pirsgirêkan xala 140an a Destûra Iraqê ye, anî ziman ku alternatîveke vê xalê nîne û divê navendên operasyonên hevbeş ên ji Xaneqînê heta Şengalê bên çalakirin û rêveberiyeke hevbeş a federal bê avakirin.
Her wiha anî ziman ku nakokiyên navxweyî yên di navbera aliyên siyasî yên Kurd de, zirarê dide lêgerîna mafan a li navçeyên nakokî û rewşa gel.
Çavkanî: Kurdistan24