Rojev

Fenerbahçeyê Emre Belözoğlu wekî rahênerê nû ragihand
Fenerbahçeyê bi rahênerê Kasımpaşayê Emre Belözoğlu re ji bo rahêneriya tîmê li hev kir.
Fenerbahçeyê ji bo erkê rahêneriyê Emre Belözoğlu yê ku Kasımpaşayê dixebitand, anî.
Klûbê berê bi rahênerê Portekîzî Sergio Conceiçao yê ku Al-Ittihad dixebitand re ji bo peymaneke 1,5 salî gihîştibû lihevkirineke prensîbî; lê belê ji ber şertên peymanê û guhertinên di hêviyên mûçeyan de, lihevkirin pêk nehat.
Fenerbahçeyê bi Emre Belözoğlu yê ku niha li Kasımpaşayê dixebite re di her mijarê de li hev kir û hat ragihandin ku hevdîtina îro bi erênî encam daye. Kasımpaşayê jî ragihand ku wan rêyên xwe bi Belözoğlu re cuda kirine û ji bo xizmetên wî yên li klûbê spasiya wî kir.
Çavkanî: Rûdaw