
Fly Erbil, firînên rasterast ên Hewlêr-Şamê di 2ê Kanûna Pêşîn de dest pê dike
Fly Erbil, ji 2ê Kanûna Pêşîn a 2026an pê ve, dê heftê sê caran di navbera Hewlêr û Şamê de firînên rasterast pêk bîne.
Şirketa hewayî ya Fly Erbilê ragihand ku ji 2ê Kanûna Pêşîn a 2026an pê ve, dê di navbera Hewlêr û Şamê de heftê sê caran firînên rasterast dest pê bike.
Rêveberê Giştî (CEO) yê Fly Erbilê Lawend Memundî, di 17ê Mijdara 2026an de di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê got ku ev firîn dê bibin sedem ku ev şirket bibe yekem şirketa hewayî ya kurdî û iraqî ku firînên rasterast bo Sûriyeyê pêk tîne.
Saziya Firokevaniya Sivîl a Sûriyeyê diyar kir ku ev xeta nû armanc dike ku têkiliyên hewayî yên di navbera Komara Erebî ya Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê de xurt bike û dê beşdariyê di firehkirina tora firokexaneyan û cûrbecûriya rêwiyan de bike.
Niha firînên rasterast ên di navbera Hewlêr û Şamê de, ji aliyê şirketa Fly Chamê ve tên kirin ku heftê sê caran firînan pêk tîne.
Çavkanî: Kurdistan24