PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Kurdistan
Kurdistan

Fly Erbil, seferên Hewlêr-Şam û Helebê dest pê dike
Fly Erbil di navbera Hewlêr û Şamê de dest bi firînan dike û di meha Kanûnê de jî dê dest bi seferên Helebê bike.

Fly Erbil, seferên Hewlêr-Şam û Helebê dest pê dike

Fly Erbil di navbera Hewlêr û Şamê de dest bi firînan dike û di meha Kanûnê de jî dê dest bi seferên Helebê bike.

Şirketa hewayî ya Fly Erbilê ragihand ku ew ê di navbera Hewlêr û Şamê de dest bi firînan bikin. Piştî pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê, ev şirket dê bibe yekemîn şirketa hewayî ya ku navenda wê li Iraq û Herêma Kurdistanê ye û ber bi wî welatî ve firînan pêk tîne.

Rêveberê Giştî û Serokê Lijneya Rêveber Lewend Memundî diyar kir ku sefera yekem dê di 2ê Kanûnê de pêk bê û hatiye plankirin ku hefteyê sê caran bo Şamê û du caran jî bo Helebê firîn bên kirin. Şirketê ragihand ku wan destûrên pêwîst ji Rêveberiya Firînên Sivîl a Sûriyeyê wergirtine.

Memundî da zanîn ku ew li benda vekirina Balafirgeha Qamişloyê ya li Rojavayê ne û gava balafirgeh bikeve xizmetê, ew ê bo wir jî dest bi seferan bikin. Fly Erbil niha li Almanyayê bo bajarên wekî Düsseldorf, Köln, Stuttgart, Munîh, Frankfurt, Hannover û Berlînê firînan pêk tîne.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler