
Kurbaniyên fonan li ber SPK'ê çalaki kirin, daxwaza vegerandina bi cudahiya enflasyonê kirin
Welatiyên ku ji ber lêpirsînên fonan û pêvajoya tasfiyeyê bûn kurbani, li Enqereyê li ber SPK'ê hatin cem hev û daxwaza vegerandina sermayeya sereke û zêdehiya TÜFE'yê kirin.
Welatiyên ku diyar kirin ji ber lêpirsînên fonan û pêvajoya tasfiyekirina fonên veberhênanê bûne kurbani, di 19'ê Mijdarê roja Pêncşemê de saet di 10:00'an de li Enqereyê li ber Lijneya Bazarên Sermayeyê (SPK) çalakiyek pêk anîn. Beşdarvanan pankartên wekî "Berî ku sal biqede em sermayeya sereke + TÜFE'yê dixwazin" û "Bila neheqiya fonan bi dawî bibe" hildan.
Di çalakiyê de welatiyan diyar kir ku daxuyaniyên di pêvajoya tasfiyeyê de hatine kirin zirarên wan nagirin. Wan daxwaz kir ku teserûfên wan bi cudahiya enflasyonê re li wan bêne vegerandin, salnameya daxuyaniyan bi awayekî zelal bê aşkerekirin û mexdûriyeta wan heta dawiya salê bê çareserkirin. Her wiha hat daxwazkirin ku kesên di karên ku bûne sedema tasfiyekirina fonan de berpirsiyar in û yên ku erka xwe ya kontrolê neanîne cih hesab bidin.
Çavkanî: Rûdaw