
Umut Güner di lêpirsîna fonê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hat desteserkirin
Umut Günerê ku hevkarê Rojnameya Dunyayê ye, di çarçoveya lêpirsîna fonê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de hat desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di çarçoveya lêpirsîna fonê ya ku dimeşîne de, hevkarê Rojnameya Dunyayê Umut Güner desteserkir.
Hat ragihandin ku lêpirsîn ji ber têkiliya hevkariyê ya di navbera Dunya Holdingê ya ku rojname pê ve girêdayî ye û Bulls Yatirim Holdingê de hatiye destpêkirin; Bulls Yatirim Holdingê ku Lijneya Piyasaya Sermayeyê (SPK) biryara tasfiyekirina wê dabû. SPK’ê di 17’ê Îlonê de biryar dabû ku 130 fonên veberhênanê yên 7 şîrketên rêveberiya portföyê, di nav de Bulls Portföy jî heye, bên tasfiyekirin; 15 ji van fonan ji aliyê Bulls Portföyê ve hatibûn avakirin.
Li gorî daneyên KAP’ê, Bulls Yatirim Holding xwediyê %20,45’ê Dunya Holdingê ye. Rêjeya hevkariya rasterast a Umut Güner di şîrketê de jî wekî %10,22 tê dîtin. Tedbîrên ku berê li ser Serokê Lijneya Rêveberiya Bulls Yatirim Kemal Akkaya hatibûn danîn, di 9’ê Cotmehê de hatibûn rakirin, lê bi biryara dawî re careke din hatin sepandin.
Karsaz û rêveberê werzişê Umut Güner ku di sala 1975’an de li Meletiyê hatiye dinê, zewicî ye û bavê zarokekî ye. Di klûba Beşîktaşê de gelek salan di erkên wekî cîgirê serok, serokê komîteya bazarkirinê û serokê komîteya veguhastinê de xebitiye, di veguhastina futbolvanên girîng û avakirina stadyuma Vodafone Parkê de rol girtiye. Di Çileya 2024’an de Rojnameya Dunyayê ji Didem Demirkent kirî û tevlî hevkaran bû, di heman demê de serokatiya lijneya rêveberiya Dunya Holdingê jî dikir.
Çavkanî: Rûdaw