
Wezîrê Navxweyî yê Fransayê bi 70 hezar polîsan re xwe ji bo roja Şemiyê amade dike
Wezîrê Navxweyî Laurent Nunez ragihand ku di çarçoveya protestoyên li dijî giraniya jiyanê de, wê roja Şemiyê 70 hezar efserên ewlehiyê bên erkdarkirin.
Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Laurent Nunez diyar kir ku di nav bangên ji bo xwepêşandanan li gelek bajaran de ku ji ber giraniya jiyanê û nerazîbûna li ser mûçeyan têne kirin, roja Şemiyê ji bo aramiya giştî "rîska wê gelekî bilind e" û ragihand ku dê 70 hezar efserên ewlehiyê dîsa bên erkdarkirin.
Wezîr hişyarî da ku hinek grûpên radîkal li ser torên civakî ji bo vê rojê ku bi Şeva Hallowenê re hevdem e banga kombûnên tundiyê dikin û bertekên hêzên ewlehiyê dê "gelekî hişk" bin. Wî diyar kir ku bi taybetî ji aliyê tevgera karkeran, çepên radîkal û hinek "Êlekzerên" radîkal ve li ser malperan gelek bang hatine kirin ku ji 31ê Çiriya Pêşîn roja Şemiyê saet di 20.00an de xelkê li gelek bajaran dicivînin.
Wezareta Navxweyî ragihand ku şemiya borî 410 hezar kes beşdarî meşên ku bi 70 hezar polîsan re hatibûn organîzekirin bûn û bi vê yekê re rê li ber dubarebûna bûyerên talankirin û xerakirina li gelek bajaran ku di 17ê Çiriya Pêşîn de qewimîbûn hate girtin.
Sendîka û xwendekaran diyar kirin ku nerazîbûnên li ser mûçe, giraniya jiyanê û xizmetên giştî ji tevgera xwendekaran gelekî wêdetir belav bûye û ji bo 31ê Çiriya Pêşîn banga xwepêşandanên nû û ji bo 5ê Çiriya Paşîn jî banga grevê li seranserê welat kirin.
Çavkanî: Kurdistan24