PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Cîhan
Cîhan

Konsolosê Fransayê yê Hewlêrê tekezî li ser Herêma Kurdistanê ya yekbûyî kir
Konsolosê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Emmanuel Mignot, vekirina Parlamentoya Kurdistanê wek pêwîstiyeke yasayî bi nav kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê ya bihêz û yekbûyî di berjewendiya hevpar de ye.

Konsolosê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Emmanuel Mignot diyar kir ku piştî du salan ji hilbijartinan, vekirina Parlamentoya Kurdistanê pêwîstiyeke yasayî ye û got: "Herêma Kurdistanê ya bihêz û di nava yekîtiyê de, berjewendiya me ya hevpar e."

Di roja yekşemê 15ê Mijdara 2026an de, Mignot bi endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hemin Hewramî re civiya. Di hevdîtinê de mijarên wekî çalakbûna Parlamentoya Kurdistanê, çareserkirina pirsgirêkên siyasî û pêşhatên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinê de hat tekez kirin ku proseya parlamentoyê li gorî hemû rêkarên yasayî û rêziknameya navxweyî tê meşandin û ev gav ji bo rêkxistina karûbaran pêwîst e.

Mignot bal kişand ser peywendiyên kûr û dîrokî yên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de û diyar kir ku Fransa çalakbûna parlamentoyê wek gaveke yasayî dibîne û piştgiriya xwe ji bo berdewamiya diyalog û hevdîtinên di navbera PDK, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û aliyên din ên siyasî de anî ziman. Herwiha tekez kir ku ew ê piştgiriya xwe ji bo statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de bidomînin.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler