Tenduristî & Werzîş

Galatasaray, operasyona giren Osimhen'in Amedspor maçında oynamayacağını ragihand
Galatasaray, di lîstika Stuttgartê de di çokê çepê yê Victor Osimhen de pirsgirêk derketibû, ragihand ku ew ê emeliyata çokê bibe û di maça Amedsporê de neyê lîstin.
Galatasarayê ragihand ku di maça UEFA Şampiyonlar Ligi ya li hemberî VfB Stuttgartê de, di çokê çepê yê golkarê Nîjeryayî Victor Osimhen de pirsgirêk derketiye û di encama kontrolên MRê de perçeyekî azad hatiye dîtin.
Doktorê klûbê Yener İnce ragihand ku sibe li Nexweşxaneya Maslak Acibademê, ew ê emeliyata çokê ya artroskopîk ji bo lîstikvan bê kirin.
Her wiha hat diyarkirin ku Osimhen ji kadroya maça Galatasaray û Amed Sportif Faaliyetler a ku sibe di Trendyol Süper Ligê de bê lîstin, hatiye derxistin.
Çavkanî: Rûdaw