
Fîlma “Rêya Gaydayê” di Festîvala Fîlman a Boğaziçi de Xelata Taybet a Juriyê Wergirt
Di Festîvala Fîlman a Boğaziçi de di çarçoveya Pêşbirka Fîlmên Dirêj ên Neteweyî de, fîlma “Rêya Gaydayê” Xelata Taybet a Juriya Rexnegerên Fîlman wergirt.
Di 14emîn Festîvala Fîlman a Boğaziçi de Xelata Taybet a Juriya Rexnegerên Fîlman ku di çarçoveya Pêşbirka Fîlmên Dirêj ên Neteweyî de tê dayîn, dan fîlma “Rêya Gaydayê” ku ji aliyê Bişar Bektaş ve hatiye derhênan.
Senaryoya fîlmê ji aliyê Bişar Bektaş û Henar Daşğın Bektaş ve hat nivîsandin; derhêneriya hilberînê jî M. Tayfur Aydın girt ser xwe. Derhêneriya dîmenan Ferhan Akgün û Hüseyin Zerder kirin, û veguhastina wê (kurgu) jî ji aliyê Amir Etminan ve hat kirin.
“Rêya Gaydayê” çîroka Hasan vedibêje ku beriya salan bi malbata xwe re koçî Diyarbakırê kiriye. Hasan piştî ku perwerdeya xwe temam dike, wek mamoste vedigere gundê ku lê ji dayik bûye û mezin bûye. Piştî ku nameyeke agahdarkirinê ya bêîmza dighêje dibistana wî, ew dikeve pey rastiyê da ku mafê kesekî ku rastî neheqiyê hatiye biparêze.
Di fîlmê de lîstikvanên wek Baran Şükrü Babacan, Kadim Yaşar, Celal Öztürk, Mine Doğan, Fatih Süzer û Muhammed Cangören cih digirin.
Çavkanî: Rûdaw