
Li Xezeyê di Cotmeha 2026an de hejmara herî bilind a jidayikbûnên mehane hat tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di meha cotmehê de 6 hezar û 745 zarok ji dayik bûne û ev hejmar ji destpêka salê ve hejmara herî bilind a mehane ye.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di Cotmeha 2026an de bi navînî rojane 218 û bi giştî 6 hezar û 745 zarok ji dayik bûne. Ev hejmar ji destpêka salê ve hejmara herî bilind a mehane ye û tê dîtin ku ji sedî 33ê zarokên ji dayik bûne, yekem zarokên dayikên xwe ne.
Hejmara jidayikbûnan li gorî meha îlonê ji sedî 3,6 zêde bûye û meyla bilindbûnê ya di nîvê duyemîn ê salê de berdewam kiriye. Di Çileya 2026an de 5 hezar û 204 jidayikbûn çêbûbûn, di meha nîsanê de bi 2 hezar û 4 jidayikbûnan daketibû asta herî nizm a salê; ji mehên havînê ve jidayikbûn gav bi gav zêde bûn û di cotmehê de gihîştin lûtkeyê.
Wezaretê hişyarî da ku kelûpelên tibî û pêdiviyên bijîşkî ber bi dawîbûnê ve diçin û ev rewş dibe sedem ku emeliyat bi temamî bisekinin. Her wiha di şerê ku ji Cotmeha 2023an ve berdewam dike de zêdetirî 74 hezar û 736 kes jiyana xwe ji dest dane, zêdetirî 176 hezar û 194 kes birîndar bûne û nêzîkî ji sedî 90ê binesaziyê hatiye rûxandin.
Li gorî daneyên Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) û Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, di şeş mehên ewil ên 2026an de 3 hezar û 958 bûyerên jiberçûna zarokan hatine tomarkirin; ev hejmar li gorî nîvê duyemîn ê 2025an zêdetirî sê qatan zêde bûye. Ji sedî 7,2ê jinên ducanî û şîrdar jî bi kêmxwariniya giran re rû bi rû ne.
Çavkanî: Kurdistan24